In Search of the Little Boy of Istanbul - Kurdish Version
This is the Kurdish verison of the poem. It is interesting because we rarely see or hear the Kurdish language spoken or written anywhere.
Légerina zarokek biçuk li Stenbol
Xeyal bike Stenbol,
Rubarén digihaştin bahré
Keştiyén bi rédiketin
Av dibirikin
Çunehatén di coşiyan
Li pira Galata’yé
Li cihé ku mér masi digirtin
U mirovén ji bo bihişt u klimayan dua dikirin
Li Stenbolé
Ez li ew zaroké biçuk digerim
Çavén wi
Tu té digihiji?
Min efsun kirin
ew xweşikbun u tirs
Keşti ji benderé ber bi duriyé ve diçin
Dest bi coş li çepikan dixin
Ji bo bilez birevin , xwe veşérin
Bi hewa dikevin kevok
U ez bangék dibihisim
Rojé pénc cara li vi bajaré razdar
Ew tirs u xweşikbuna dorpéçkiri
li dora çavé yilmaz
U Yılmaz ku dikene
Ba radibin
Şelpén jinan u çarşefén diréj
Li dora wan dorpéç dibin
Wek derwéşén ji xwe çuyi
Li Galata’yé
dimeşe yek
Li ser peyaréyén arnawudi
U ez dixwazim
Bibim ew şiklé reşi ku
yé min di şopine.
Ji deryareş ber bi tengavé
Guletek diherike
tankérek diçe
Ji bo ku laqayi hev bén li deryayé
U va li vé dera
Çihé ku min wi ji balafiré ditibu
Li jér,
Li qahwexana bebek Bevery Hills de
Di nava qelebalixén aciz buyi u bi boyax
nemayinek
di nava pélava xweya poztuj a
Ji Parisa Fransayé
Hatibu stendin
Listina bi xelekén poré xwe
Pistepisti
Hertişt…. Diguhere
U ez nizanim da ku ez aidé ki me
Vediqetim
Dema ku roj diçe ava
Ta ebed ku di hundiré xwe de hildigrim vi bajari
Ji vi cihé ku ezman herdem pembe u zérine.
U herkes gotinek wi heye
Ku bibéje
Li ser navé rizgarkirina rojé
Ji bo ku bibinin ew zaroké stenboli
Dixwazin biaxifin
Ew dibéjin ku
Ez dinasim wi zaroki
Min hin do wi zaroki dit
Çay difroşe bavé wi
Lé niha gellek bi dur ve çuye.
Ew li vir bu
Lé niha tuneye
Ewé sibé were
Di navbera seetek de
Seet di 1’i de
Seet di 10’an de
Ez wi zanim
Tu ew keça biyaniyi
Por zer u çav şin
U ezé ji alikari bikim ji tere
Ji bo ditina te ew zaroki
Herdem wusa dibéjin
Herdem wusa bilévdikin
Qerebalix,hevbéj
Sitranan dibéjin
Werger: MAMOSTE HESEN
« Balcony View at the Bebek Hotel Istanbul
Comments
Write a comment
You must be logged in to post a comment.










Pingback from In Search of the Little Boy of Istanbul - Published | Imagine Istanbul
Time: April 26, 2008, 10:35 am
[...] of Toronto, March edition, page 11. The newspaper Yeni Hayat has published both the Turkish and Kurdish versions of the poem. The two versions take up 2/3’s of the entire page space, so I am happy and somewhat [...]